Tebax 10, 2022 11:24 Asia/Tehran
  • Avêtina setlayta Xeyyamê bala mêdyayên ereb kişand

Avêtina serkevtî ya setlayta Xeyyamê ber bi esmîn va û pêşketinên Komara Islamî ya Îranê di vî warî da bala mêdyayên ereb ên herêmê û yên navnetewî kişandin.

Setlayta Xeyyamê bi saya setlaythilgira Soyuz a Rûsyayê duh ji binkeya esmanî ya Baykonur a Qazaqistanê va ber bi esmîn hat avêtinê û li bazineya 500 kîlometrî ya topa erdê cî girt. Mêdyayên ereb duh bala xwe dan ser vê mijarê.

Şebekeya Al Manar a Libnanê di vî warî da ragihand: Emrê wê setlaytê 5 sal e û yê jibo çêtirkirina şîyana Îranê di kontrolkirin û plandarêştina di warên cotkarî, jîngehparêzî û çavdêrîya ser sînoran da were bikaranîn.

Şebekeya Al Arabî`yê jî ragihand: Navê setlayta Xeyyamê ji navê zanyar û helbestvanê navdar ê îranî yê sedsalên 11 û 12ê hatîye wergirtin û li gorî ragihandina Îranê, çavdêrîya ser sînoran, jordabirina koalîteya berhemên cotkarîyê, çavdêrîya ser çavkanîyên avê û kontrolkirina xeterên xwezayî armancên şandina vê setlaytê ne.

Şebekeya Al Mesîre ya Yemenê jî bi weşandina dîmenên avêtina setlaytê ji zarê rayedarên îranî ragihand ku ev şandina setlaytê pêngaveke gellekî mezin di warê detayên esmanî jibo welêt tê hesêb.

Şebekeya Al Jazeera ya Qeterê jî ragihand: Îranê berî vîya jî hin setlayt bi awayekî rasterast ji axa xwe va ber bi esmîn avêtin ku ya herî dawîyê setlayta Nûr2 di Adara sala 2022yê da bû.

Malpera Middle East a Londonê jî li beşa xwe ya erebî wiha nivîsî. Setlayta îranî bi awayekî serkevtî gihîşt 500 kîlomêtrîya topa erdê.

Malpera Êrem News a Imaratê jî nivîsî. Xeyyam nûtirîn û setlayta herîpêşketî ji rêza setlaytên îranî ye ku wek setlaytên Omîd, Sîna, Mêsbah û Nûr`ê gihîşt bazneya topa erdê li esmîn.

Serepeyv