Tebax 09, 2022 11:24 Asia/Tehran
  • Setlayta îranî ya bi navê

Setlayta îranî ya bi navê "Xeyam"ê bi mûşeka setlaythilgir a Soyuz'ê ji baregeha fezayî ya Qezaqistanê bo fezayê hat avêtin.

Îranê di çar dehsaliyên derbasbûyî da pêngavên lidûhev û ber bi pêş di warê bidestxistina teknolojiya fezayî raakirine.

Her çend dijminan bi cûreyên boykotan hewil daye ku rê li ber pêşketinên aborî û zanistî ji wan pêşeya fezzayî ya Îranê bigirin, lê tevî hebûna hemû astengî û zextan, Komara Îslamî ya Îranê cûreyên teknolojiyên fezayî û têkildarî fezayê bi dest xistine ku divê wek serkeftineke mezin ji bo Îrana Îslamî were zanîn.

Setlayta Îranê ya bi navê "Xeyam"ê hevrê di gel alaya Komara Îslamî ya Îranê li ser mûşeka setlaythilgir a Soyuz'ê hatiye sazkirin.

Setlayta Xeyam'ê 600 kg giraniya wê ye û di xolgeheke 500 kîlomitrî dûr ji Erdê da bi cih dibe.

Li gorî rapora IRNAyê, Setlayta Xeyam'ê roja Sêşemiyê ji baregeha fezayî ya Baikonur'ê ya Qezaqistanê hat avêtin.

Serepeyv