Emîr-Ebdullahiyan û Îsmayîl Heniye bi rêya telefonê axivîn
Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê Duşemê bi şev di têkiliya telefonî tev Îsmayîl Heniye Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas), serkeftinên vê dawiyê yên Berxwedanê pîroz kir.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Emîr-Ebdullahiyan di vê gotûbêjê da tevî pîrozkirina serkeftinên bereya Berxwedanê li hemberî dijminê siyonîst, pesna cîgeha bilind a şehîdan da û cinayeta siyonîstan a şehîdkirina jin û zarokên filistînî nîşana lawaziya vê rejîmê zanî.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî sipasiya ji helwêstên îsmayîl Heniye di parastina yekîtiya komên berxwedanê da, ev yekîtî serkeftineke mezin ji bo Bereya Berxwedanê da zanîn û got: Eva ku careke din Berxwedanê karî li hemberî hêza leşkerî ya berfireh a dijminê siyonîst raweste û di heyama du rojan da wan neçar bi agirbesê û pejirandina şertên Berxwedanê bike, destkefteke mezin e.