Tebax 07, 2022 23:39 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan di pêwendiyeke telefonî de bi Antonio Guterres re: Çekên navokî di doktrîna Îranê de cihê xwe tine

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja telefonî bi sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re teqez kir: Çekên navokî di doktrîna Komara Îslamî ya Îranê de cih nagirin û berevajî siyaset û baweriyên me ne.

Wezîrê karên derve yê Îranê "Husên Emîr-Ebdullahiyan" û sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî "Antonio Guterres" îro li bara hin pêşhatên navçeyî û navneteweyî ji wan pêşhatên Xezeyê û danûstandinên rakirina dorpêçan gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê pêwendiya telefonî de bal kişand ser rûniştina salê ya Peymana NPT li New Yorkê û beşdariya şanda Îranê di vê rûniştinê û got: Fetwaya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li bara qedexetiya bikaranîna çekên navokî ji her kesî re eşkere ye.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Rêketinama qedextiya berfirekirina çekên navokî destkevta hevsengiyeke maqul e û hertim li ser aliyên curbicur ên vê hevsengiyê tekez bûye, lê hin welat bi awayekî bijarte bi wê re mijûl dibin.

Li gor gotina Emîr-Ebdullahiyan: Komara Îslamî ya Îranê wek destpêkerê hizra avakirina navçeyeke bê çekên navokî li rojavaya Asyayê, amadebûna xwe bo berdewamiya hevkariyên çêker di vî warî de radigehîne.

Wezîrê Karên Derve derbarê danûstandinên ji bo rakirina sizayan de got: "Em ji bo gihîştina lihevkirineke bihêz û bi îstîqrar ciddî ne û niha li Viyenayê danûstandin bi awayekî cidî tên şopandin, helbet encamên vê mijarê bi wê yekê ve girêdayî ye ku Amerîka di pratîkê de realîzma pêwîst nîşan bide."

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Hevkariya Îranê bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re berdewam e, lê em di wê baweriyê de ne ku ajans divê bi dûrketina ji mijarên siyasî yên bêfeyde û neçêker û ji riya teknîkî, pirsgirêkên mayî bi temamî çareser bike.

Wezîrê karên derve yê Filistînê li bara êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê û şehîdkirina bi dehan welatiyên filistînî, zarok û jinên filistînî, destnîşan kir: Berxwedana Filistînê di çarçva parastina ewlehiya xwe û  welatê xwe de dê bersiveke bihêztir bide Rejîma Siyonîst.

Di vê pêwendiya telefonî de, Guterres herwiha tekezî li ser pêwîstiya jinavbirina çekên navokî li cîhanê kir û got: Gotûbêjên li ser peymana navokî gelek girîng in û me tekezî li ser lihevkirin û nermbûna zêdetir li hember aliyên diyalogê di vê qonaxê de kir.

Serepeyv