Tebax 07, 2022 17:36 Asia/Tehran
  • Kenanî: Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî cinayetên siyonîstan li Xezeyê mirov aciz dike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Nasir Kenanî destnîşan kir: Bêdengiya civaka navneteweyî û dewekarên parêzvanên mafên mirovan li hemberî cinayetên siyonîstan li Xezeyê cihê mixabiniyê ye û mirov aciz dike.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Naser Kenanî" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li ser cinayetên Rejîma Siyonîstî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: Ev nimûneyên banka armancên Rejîma Apartheidê a siyonîst li êrişên vê dawiyê yên dijî Xezeyê ne. .

“Kenanî” di berdewamiya nivîsa xwe de balkişand ser vê yekê ku Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî li ser “piştgiriya tam” ji mafê Îsraîlê yê parastina xwe kiriye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve her wiha got: "Ala Qedûm" keça 5 salî ya ku li taxa Şucayiyê li rojhilatê Xezeyê dijiya, tenê yek ji zarokên şehîd ên êrîşên berdewam ên rejîma apartheid a Îsraîlê li dijî Xezayê ye.

“Kenanî” her wiha nivîsiye, mixabin ku dewekarên derewîn ên mafên mirovan di bin sernavê “xweparastinê” de piştgiriya tawanên rojane yên rejîma dagîrker li dijî gelê welatê bindest û dagîrkirî yê Filistînê dikin.

Serepeyv