Tebax 03, 2022 21:52 Asia/Tehran
  • Hewldana Talîbanê ji bo dayîna mafê Îranê yê ji ava Hîrmendê

Alîkarê Wezareta Enerjî û Avê ya hikûmeta Talîbanê got: Me bi mebesta dabînkirina baştirîn mafê Îranê yê avê ji çemê Hîrmendê, du civîn bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re li dar xistin.

Li gor nûçeya IRIB Newsê ji Kabulê; Mucîb Rehman Omer cîgirê wezîrê enerjî û avê yê Koma Talîbanê roja Çarşemê li bara pabendbûna Talîbanê ji bo misogerkirina Girêbesta Mafê Îranê yê ji ava Hîrmendê got: "Ji bo baştir cîbicîkirina peymana sala 1972ê me 2 civîn bi rayedarên Îranê re pêk anîn."

Daxuyaniyên Cîgirê Wezareta Enerjî û Avê ya Talîbanê di demekê de ye ku beriya vê yekê rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê çendîn caran li ser dabînkirina ava çemê Hirmendê ji Îranê re tekez kiribûn.

“Extar Mihemed Nusret” berdevkê wezareta enerjî û avê ya Talîbanê çend roj berê gotibû: Li gor peymana sala 1972`an, di şert û mercên asayî de, Îranê 22 metre sêca di çirkekê de mafê xwe yê avaê heye û 4 metre sêca jî me sozdaye ji ber cînartiya baş ya Îranê bi me re emê bidinê bi şertê ku hişkesalî nebe. 

Berî niha wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan jî li peywendiyeke telefonî bi Emîr Xan Muteqî, wezîrê karên derve yê hikûmeta demkî ya Talibanê, ragihandibû ku eger pirsa mafê Îranê yê ji ava Hirmand bi lez û bez çareser nebe, ev mesele dê bandora neyînî li warên din ên hevkarîya her du welatan jî bike.

Serepeyv