Tîrmeh 27, 2022 01:55 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Biyanî nikarin rê li pêvajoya hevkariyên herêmî bigirin

Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja telefonî ya cuda digel wezîrên karên derve yên Kuweyt, Îmarat û Qeterê, li ser berfirehkirina pêvajoya hevkariyên navçeyî pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" sêşemiyê bi şev li ser Twittera xwe li ser peywendiyên telefonî yên xwe yên îro bi wezaretên karên derve yên Kuweyt, Îmarat û Qeterê û herwiha şêwra telefonî ya vê dawiyê ya digel wezîrê karên derve yê Iraqê nivîsî: Şêwirdariya li ser mijarên herêmî û navneteweyî û lêkolîna çareseriyên ji bo pêşxistina têkiliyan yek ji pêwîstiyên siyaseta cîrantiya baş e.

“Emîr-Ebdullahiyan” diyar kir ku Îran dê hevkariyên xwe bi cîranan re bilezgînî berfireh bike û di dewamê de got: Biyanî nikarin rêgiriyê li pêvajoya hevkariyên navçeyî bikin.

Pêştir wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ragihandibû ku Îran çareseriya pirsgirêkên navçê bi destê welatên navçê bi xwe dizane û Komara Îslamî ya Îranê ji bilî xêrê ji bo gişt welatên navçê tiştekî din naxwaze.

Serepeyv