Kenanî: Hilêxistina babetên nerast ji aliyê Amerîkayê va tu alîkariyekê ji bo pêkanîna aştiyê li navçeyê nake
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi hilêxistina babetên nerast ji aliyê Amerîkayê va, got: Dewleta Amerîkayê bi hilêxistina babetên nerast û pêkanîna duberetiya sexte, li dû neçê-bikaranîna siyasî ye.
Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna xwe ya hefteyî da, got: Rêbaza Amerîkayê pêkanîna kêşe û qeyranê ye ku ev cûre helahela tu alîkariyekê bo aştî û aramiyê li navçeyê nakin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Hewildana ji bo destebendiya nepêwîst û duberetîçêkirinê rêbaza kevn û aşkirabûyî ya Amerîkayê ye.
Wî her wiha got: Em wek welatek ku beşdarî ewlehiya navçeyê ne, bawer in ku pêvajoya ku ji bo dabînkirina ewlehiya navçeyê alîkar e, hevkariya komî ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Dewleta sêzdehem ji ber ewiliyet û girîngiya ku dide pêwendiya bi cînarên xwe ra, bi taybet warê Kendava Farisê, li dû rakirina şaşfehmîyan û berfirehkirina pêwendiyan bi wan ra ye.