Tîrmeh 23, 2022 22:18 Asia/Tehran
  • Ragihandina hûrgiliyên nû yên rêkeftina stratejîk a navbera Iraq û Îranê di warê elektrîkê de

Wezareta Elektrîkê ya Iraqê hûrgiliyên rêkeftina stratejîk a vî welatî digel Komara Îslamî ya Îranê di warê enerjiyê de ragihand.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Middle East News, “Ehmed Mûsa” berdevkê wezareta karebê ya Îraqê got: Li gor vê rêkevtinê, Îran dê 400 megawat elektrîkê bo heyama 5 salan bide Iraqê.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê bal kişande ser wê yekê ku armanca vê rêkeftinê ne tenê hinartina 400 megawat elektrîkê ye, belku baştirkirina kalîteya elektrîka belavkirî û zêdekirina îmkanên Iraqê di dabînkirina elektirîkê de bo serfkirinê ye.

Ehmed Mûsa her wiha diyar kir ku ev rêkeftin li ser esasê dayîna xercê ye û li gorî pêwîstiyên Iraqê hatiye sererastkirin û diyar kir ku Iraq dikare di rewşên mesrefa bêrejî ya elektrîkê de xwe ji hinardekirina elektrîkê dûr bixe.

Pêştir jî “Elî Ekber Mehrabiyan” wezîrê Av û Elekterîkê yê Îranê ragehandibû ku, di warê enerjiyê de li gel Iraqê rêkeftinek berfireh hatiye îmzekirin.

Hikûmeta Iraqê ji bo kirîna enerjiyê zêdetirî 7 milyar dolar deyndarê Îranê ye û Wezareta Elektrîkê ya Iraqê jî di 25ê Hezîrana borî de ragihandibû, ku deynên paşdaketî yên Îranê ser Iraqê yên ji bo hinardekirina enerjiyê hatine dayîn û Bexda jî li ser zêdekirina hinartina gazê ji Îranê gotûbêjan dike.

Serepeyv