lehî li başûrê Îranê bû sedema candayîna 17 kesan
Qaymeqamê bajarê Estehbanê yê başûrê Îranê ragihand ku di encama lehiyê de 17 kes li binya çemê Rodbalê ya Estehbanê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Yusif Karger qaymeqamê bajarê Estehbanê ya Îranê ragihand ku êvariya roja Îniyê barîna tund a baranê li bajarê Estehbanê li derdora Sultan Şehbazê bû sedema rabûna lehiyê li rûbarê Rodbal û di encamê de heta niha 17 kes mirine û 7 kes jî winda bûne.
Karger anî ziman ku nasnama13 qurbaniyan diyar bûye û lêgerîna ji bo peydakirina kesên winda hîn jî didome.
Qaymeqamê bajarê Estehbana Îranê diyar kir ku ji ber vê lehiyê 55 kes tûşî qeza û gîr û giriftan bûn ku ji aliyê hêzên hawargihan ên operasyon û leşkerî ve hatine rizgarkirin.
Bajarê Estehban ketiye 174 kîlometriya Şîrazê navenda parêzgeha Farsê ya Îranê.