Press konferansa Emîr-Ebdullahiyan û Miqdad; Tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Îranê û hevpêşeyê wî yê sûrî di press konferansa hevpar li Tehranê tekezî li ser parastina yekparçetî û rêzgirtin lki hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê kir.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di vê press konferansê da tevî amajeya bi civîna Astaneyê li Tehranê got: Vê civînê hewil da ku rêya alûgorên Sûriyê ji şer û pevçûna leşkerî dûr bibe û bi rêya siyasî were çareserkirin.
Emîr-Ebdullahiyan tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji îhtimala ketina leşkerî ya Tirkiyê bo nav axa Sûriyê hêvî kir, ev tewsiye ku ji zimanê serokên welatên beşdar di civîna Astaneyê da hatine tekezkirin, ji aliyê rayedarên Tirkiyê va bên berçavgirtin.
Feysel Miqdad jî tevî sipasiya ji hewildanên Komara Îslamî ya Îranê ji bo dayîna daxuyaniya dawiyê ya civîna Astaneyê ku tekezî li ser yekparçetî û serxwebûna Sûriyê dike, got: Şam li dijî her cûre destwerdana Tirkiyê li erdên Sûriyê û avakirina cihwarên jiyanê li Sûriyê û siyaseta tirkîkirinê ye.
Wezîrê derve yê Sûriyê bi gotina vêya ku em rê nadin tu aliyekî ku derbasî erdên Sûriyê bibin, got: Ne ji bo Tirkiyê û ne aliyekî ji bilî Tirkiyê tu sûdek tune ku derbasî sînorên Sûriyê bibin.
Miqdad derbarê hebûna amerîkiyan li rojhilatê Çemê Firatê jî got: Mafê dewleta Amerîkayê tuneye ku heyîtiyên Sûriyê talan bike û hêzên sûrî divê li vê navçeyê hebin.