Tîrmeh 19, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Îmzekirina yekem peymana demdirêj a elektrîkê bi Iraqê re/Îran yekem hêza berhemanîna elektrîkê ye li Rojavayê Asyayê

Wezîrê Elekterîk û Avê bi gotina vê yekê ku Îran yekemîn hêza berhemanîna elektrîkê li rojavaya Asyayê ye, got: çûna ber bi girêbestên stratejîk ên demdirêj di warê elektrîkê de, yek ji mijarên dîplomasiya herêmî ya dînamîk a hikûmetê ye ku ji bo welêt, encamên geş bi xwe re aniye.

Elî Ekber Mehrabiyan li hevpeyvîna digel nûçegihanê aborî yê ajansa nûçeyan a Fars News`ê, bal kişand ser kapasîteya berçav a welêt di warê elektrîkê de û got: Li gorî raporên navneteweyî, mezintirîn şiyana berhemanîn û belavkirina elektirîkê di nav welatên rojavaya Asyayê de, ya Îranê ye, ku tevî kêmbûna geşepêdana pîşesaziya elektrîkê di salên borî de, lê Îran hîn jî bihêztirîn welatê elektrîkê li navçê ye. Bi zêdebûna rekorê ya kapasîteya santrala elektrîkê re di vê salê de, ev mijar dê berdewam bike.

Wezîrê Elekterîk û Avê her wiha got: Hêza Îranê di warê elektirîkê de tenê bi şiyana sazkirî ya santralên elektrîkê sînordar nîne, û bi sedema berfirehbûna zanyariyên xwecihî, em yek ji kêm welatên xwebes ên cîhanê ne ku ne tenê di warên avadankirin, nûjenkirin û temîrkirina yekîneyên santralên elektrîkê li cîhanê ne, di heman demê de hinardekirina gelek xizmetên endezyariyê yên di warê elektrîkê de jî di rojeva me de ye.

Wezîrê Elekterîk û Avê li bara dosyayên hevkariyên elektrîkê yên Îran û Iraqê jî got: Bi berçavgirtina serxwebûna Îranê di warê zanîna teknîkî ya çêkirina santralên elektrîkê de, çêkirina 1950 megawat santralên elektrîkê ji aliyê kompaniyên Îranê ve bi sermayeguzariya aliyê Iraqê bûye û heta niha hatiye cîbicîkirin û kompanyayên zanistî yên sektora taybet a Îranê jî hezar û 700 santrala megawat li Iraqê ava dike.

Mehrabiyan herwiha got: Bi lezkirina geşepêdana kapasîteya santrala elektrîkê, em hewl didin di gava yekem de enerjiya pêwîst li welat dabîn bikin û piştre zemînekê ji bo berfirehkirina hevkariya elektrîkê ligel welatên din ên cîran amade bikin.

Serepeyv