Tîrmeh 19, 2022 15:55 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Êrîşa leşkerî li ser Sûriyê dê zirarê bigihîne welatên navçeyê û ser xêra terorîstan be

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser parastina yekparçetiya axa Sûriyê, got: Her cûre êrîşa leşkerî li bakûrê Sûriyê teqez dê li ser zirara Tirkiye, Sûriye û tevahiya navçeyê û li ser xêra terorîstan be.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemê (îro) di hevdîtina bi Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê û taxima pê ra tevî tekeziya li ser zêdekirina hevkariyên du welatan bi taybet hevkariyên ticarî, Rejîma Siyonîst ji hokarên sereke yên pêkanîna nakokiyên navbera welatên îslamî da zanîn û got: Amerîka û rejîma xesbker niakrin pêşiya tevgera kûr a filistîniyan bigirin.

Wî serfirazî û mezinahiya Umeta Îslamî girêdayî bi derbasbûn ji nakokiyên selîqeyî û hişyariya li hemberî siyasetên duberetîçêker zanî û got: Yek ji hokarên pêkanîna nakokî û dijminatiyê li navçeyê, rejîma xesbker a siyonîst e ku Amerîka jî pişta wê digire.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Filsitîn wek mijara sereke ya Cîhana Îslamê da zanîn û tekez kir: Tevî pêşwaziya hin dewleta ji Rejîma Siyonîst, milet gelekî dijî vê rejîma xesbker in.

Wî tevî tekeziya li ser vêya ku nabe pişta xwe bidin Amerîka û Rejîma Siyonîst, got: Roja îro ne Rejîma Siyonîst, ne Amerîka û ne yên din dê nekarin pêşiya hereketa kûr a filistîniyan bigirin û serê axir dê kar li ser xêra gelê Filistînê be.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wek bersiva bo daxwaza serokomarê Tirkiyê derbarê hevkariya Îranê ji bo têkoşîna dijî komên terorîst, got: Komara Îslamî ya Îranê di têkoşîna dijî terorîsmê da teqez dê hevkariya Tirkiyê bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî tekeziya li ser vêya ku ewlehiya Tirkiye û sînorên wê ewlehiya Îranê ye, got: Bila Tirkiye jî ewlehiya Sûriyê ewlehiya xwe bizane.

Wî her wiha ast û kualîteya danûstandin û hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê gelekî kêmtir ji potensiyelên heyî zanî û tekez kir: Bila ev yek di gotûbêjên navbera serokomarên du welatan were çareserkirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî zêdekirina hevkariyên Îran û Tirkiyê di tevahiya meseleyên navçeyê da sûdmend û pêwîst zanî û got: Komara Îslamî ya Îranê hertim berevaniya dewleta Tirkiyê di mijarên navxweyî û li hemberî destwerdanên derveyî kiriye.

 

Serepeyv