Tîrmeh 12, 2022 18:14 Asia/Tehran
  •  Kenanî: Hevkarîya Îran û Rûsyayê di warê têknolojîyên nû da dizvire berî şerê Ukraynê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himberî idiaya rayedarekî amerîkî têkildarî firotina têknolojîyên nû yên îranî bo Rûsyayê dîyar kir: Hevkarîya Îran û Rûsyayê di warê têknolojîyên nû da dizvire berî şerê Ukraynê.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê îro di bersiva pirsên nûçegîhanan da têkildarî gotinên Jake Sullivan Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê derbara firotina têknolojîyên nû yên îranî bo Rûsyayê da got: Rabihorîya hevkarîyên Komara Islamî ya Îranê û Rûsyayê di warê hin têknolojîyên nû da dizvire berî destpêbûna şerê Ukraynê û vê gavê ti alûgureke taybet di vî warî da neqewimîye.

Şayanî gotinê ye ku Jake Sullivan Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê duh di axavtinekê da idia kir ku Îran bi zûtirkê yê çend sed xwefirên (dron) ku dikarin çekan hilgirin, raberî Rûsyayê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Em hewlên ji bo rawestandina şêrr û vegera hemî alîyan bo masa muzakirê didomînin. Dîtina awareyên ukraynî, şer û meytên kuştîyan li vî welatî dîmenên acizker in; em çawan ku awarebûna gelê Efganistanê û welatên din şermezar dikin, awarekirina gelê Ukraynê jî şermezar dikin. Em şêrr weke rêçare nabînin; ne li Ukraynê, li Efganistanê, ne li Yemenê û ne li ti derekî din.

Kenanî herwiha got: Ev idiaya rayedarê amerîkî di halekî da ye ku Amerîka û Ewrûpa bi salan e ku welatên dagirker û destdirêjker ji wan li herêma rojavaya Asyayê veguhertine cebilxana çekên kujer ên curbicur ên xwe ku bê guman bêyî wan çekana destdirêjî, cinayet û dagirkerîya sîyonîstan li erdên dagirbûyî yên Filistînê zêde ji 70 salan nedidomîyan.

 

Serepeyv