Tîrmeh 12, 2022 14:09 Asia/Tehran
  • Serokomarê Rûsiye dê hefteya bê serdana Îranê bike

Serokê Komîsiyona aboriyê ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku serokomarê Rûsiyê hefteya bê dê serdana Îranê bike, got: Plandarêştina ji bo berfirehkirina hevkariyên Îran û Rûsiyê dê mijara sereke ya gotûbêjên serokomarên du welatan be.

Muhemedreza Pûr Îbrahîmî, Serokê Komîsiyona aboriyê ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi serdana xwe hevrê di gel Serokê gişt ê banka Navendî bo Rûsiyê û girêbestên pere û bankî, got: Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê dê hefteya bê serdana Îranê bike.

Pûr Îbrahîmî bi gotina vêya ku piştî serdana vê dawiyê ya Seyid Îbrahîm reyîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Rûsiyê, atmosfereke erênî derbarê hevkariyên aborî tev Îranê li Rûsiyê pêk hatiye, got: Boykotkirina Rûsiyê ji aliyê Amerîka û Ewropayê va bû sebeba ku Rûsiye zêdetir ji ber hewcedara hevkariyên aborî bi Îranê ra be.

 

 

Serepeyv