Cejna Qurbanê pîroz be
Sibê (Yekşem) 10ê Zîh-Heceya sala 1443ê Hicrî Heyvî hevdemê 10ê tîrmeha 2022an, "Eyda pîroz a Qurbanê" yek ji cejnên mezin ên misilmanan e.
Di Eyda Qurbanê de heciyên ku çûne seredana mala Xwedê, li gor emrê Xwedê teala û ji bo razîbûna wî qurbanê serjê dikin û bîranîna Pêxemberê Xwedê yê mezin Hz. Îbrahîm (es) sax û pîroz dikin.
Xwedê teala ji bo ku îman û dilpakiya Hz. Îbrahîm (esî biceribîne, wezîfe da wî hezretî ku kurê xwe Îsmaîl (e.s) di rêya Xwedê de qurbanî bike. Hezretî Îbrahîm (e.s) tevî zehmetiyên vî karî, emrê Xwedê bi cih anî û xwe ji bo pêkanîna vê wezîfeyê amade kir. Lêbelê çiqasî hewl da jî kêrê qirika kurê wî Hezretî Îsmaîl (S) nebirî. Di vê navberê de ji Hezretî Îbrahîm (e.s) re hat gotin ku ew ji îmtîhana îlahî bi serbilindî derketiye û paşê li şûna Îsmaîl (e.s) beranek jê re hatiye serjêkirin.
Ev bûyera hînker, derseke fedakarî, ji xwe derbasbûnê, serketina li hemberî dilbêjiyan û teslîmbûna li hember emrê Xwedê ye.
Ji bo vê yekê misilmanên cîhanê jî 10emîn roja Zîh Hiceyê wek cejneke mezin û birûmet a îslamê pîroz dikin û jê dersa dilpakiyê û evdîtiya Xwedê teala hîn dibin.
Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê hilketina Cejna Qurbanê li hemû misilmanên cîhanê pîroz dike.