Tîrmeh 09, 2022 21:56 Asia/Tehran
  • Fermandeyê Hîza Deryayî ya Artêşa Îranê: Papora Demavend`ê tê amadekirin û yê radestî çiqa bakur a Hêza Deryayî ya Artêşê were kirin

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê got ku Papora Demawend`ê tê amadekirin û yê radestî çiqa bakur a Hêza Deryayî ya Artêşê were kirin.

Admîral Şehram Îranî Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê îro li rex amadekarîya bi navê Ewlehîya Mayinde-1401ê got: Papora Demavendê bi alavên nûjen û biroj bi destê pisporên îranî hatîye çêkirin û dê bi zûtirkê radestî çiqa bakur a Hêza Deryayî ya Artêşê were kirin.

Fermandê Hêza Deryayî ya Îranê ya Artişê herwiha got: Papora Demavendê bi merema parastina yekperçetîya axê li Deryaya Xezerê hatîye çêkirinê û paporeke tam îranî û papora dudiyan a ji cura pêlşikên û cura pêşketî ya papora Cemaranê ye ku di sala 2014 da radestî çiqa bakur a Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê hat kirin.

Meşq û amadekarîya deryayî ya Ewlehîya Mayinde 1401ê ya Hêza Deryayî ya Komara Islamî ya Îranê îro li Deryaya Xezerê bi dawî hat.

Serepeyv