Plaka "Kirmaşan Cîhanşarê Dahêner ê Xware" li vî şarî hat daliqandin
Tîrmeh 09, 2022 21:08 Asia/Tehran
Plaka "Kirmaşan Cîhanşarê Dahêner ê Xwarekê" bi amadebûna wekîlê UNESCOyê li vî şarî hat daliqandin.
Nivîsgeha UNESCOyê li Parîsê di 9ê Mijdarê da 49 şarên cîhanê wek şarên dahêner di warê xwarekê da bijartin ku Kirmaşanê wek tenha şarê Îranê di vê lîsteyê da cî girt.
Parêzgeha Kirmaşanê bi nêzî 80 cure xwarek û xwarinê, 11 cure nan, 20 cure şirnî û xwarinên taybetî xwe, potansîyeleke bilind di warê xwarin û xwarekê da heye. Xwarinên weke rûnê Kirmaşanê, nan birincî, kak, xurişa xelalê û kibabê parxanan ji wan xwarinên Kirmaşanê ne.