Tîrmeh 06, 2022 13:23 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan ligel Wezîra Derve ya Swêdê derbarê azadkirina welatiyê Îranî “Hemîd Nûrî” de

Wezîrê karên derve yê Îranê li peywendiyeke telefonî li gel hevtaya xwe ya Swêdî, daxwaza azadkirina bilez a hevwelatiyê îranî kir, ku bi tawanên tam bêbingeh ên koma têrorîst a Minafiqan hatiye girtin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li gotûbêja telefonî digel Anne Lînde wezîra karên derve ya Swêdê, daxwaza azadkirina bilez ya Hemîd Nûrî hemwelatiyê îranî ku bi tawanên bêbingeh ji aliyê koma têrorîst a minafiqan ve hatiye binçavkirin, kir.

Emîr-Ebdullahiyan amaje bi dîroka dirêj a peywendiyên her du welatan kir û got: Komara Îslamî ya Îranê giringiyê dide pêşxistina peywendiyan bi welatên Ewropayê û ji wan jî bi Swêd re. Divê her du alî hewl bidin ku peywendiyên xwe ji berê zêdetir di warê bazirganî û aborî de geş bikin.

Emîr Ebdullahiyan her wiha bal kişand ser vê yekê ku divê her du alî şaştêgihiştin û kêşeyên ku rê li ber pêşvebirina peywendiyên dualî girtine çareser bikin û di dewamê de da zanîn ku, nabe peywendiyên dûmûdirêj ên du welatan bikevin bin bandora propaganda û kiryarên bêbingeh ên grûpeke terorîst ku xwediyê dosyeya cinayetên zav e, ji her kesî re eşkere ye ku vê grûpê çi cinayet li dijî neteweya Îranê kirine.

Wezîra karên derve ya Swêdê amaje bi peywendiyên dîrokî yên her du welatan kir û got: Têkiliyên digel Komara Îslamî ya Îranê ji bo Swêdê nirxeke mezin heye û bi baweriya me Îran dikare roleke berçav di aştî û aramiya navçê de bilîze.

Ann Linde amaje bi hewlên gurûpa minafiq ji bo bandorkirina ser dadgeha Hemîd Nûrî welatiyê Îranî jî kir û got: Hikûmet û sîstema dadwerî ya Swêdê nakeve bin bandora propagandayên vê gurûpê.

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî peywendiya telefonî li gel wezîrê karên derve yê Swêdê, di hevdîtineke ji dil tev kurê Hemîd Nûrî hevwelatiyê Îranî yê girtî li Swêdê, tedbîrên ku heta niha di astên curbicur ên welêt bi taybetî di Wezareta Karên Derve de ji bo azadiya Hemîd Nûrî hatine girtin şirove kir. 

Serepeyv