Tîrmeh 04, 2022 23:27 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Xurtkirina peywendiyên Tehran-Bakûyê dibe sebeba hevkariyên bibandor ên navçeyî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Xurrtkirina peywendiyên Îran û Komara Azerbaycanê dibe sebeba hevkariyên bibandor ên navçeyî.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemê di hevdîtina di gel Ceyhûn Bayramov wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê li ser berfirehkirina hevkarî û peywendiyan di warên cûr bi cûr ên ticarî, aborî û siyasî navbera du welatan tekez kir û tevî amajeya bi vêya ku Îranê tu sînordariyek ji bo kûrkirin û xurtkirina peywendiyan tev Komara Azerbaycanê tuneye, got: Xurtkirina peywendiyên baş ên dualî dikare bibe sebeba hevkariyên bibandor ên navçeyî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê xurtkirina peywendî û danûstandinên gelanî sebeba xurtkirina dostiya du miletan zanî û hêvî kir ku bi serdana serokê Komara Azerbaycanê bo Tehranê têkiliyên du welatan bi pêş kevin.

Ceyhûn Bayramov jî tevî amajeya bi zêdebûna berbiçav a danûsatndinên dîplomatîk ên du welatan û bandora berbiçav a wê li ser asta hevkariyan, got: Asta ticareta navbera Îranê û Komara Azerbaycanê di sala 2021ê da û her wiha di 5 mehên destpêka 2022an da bi awayekî berbiçav zêde bûye.

 

Serepeyv