Tîrmeh 04, 2022 15:04 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran û Komara Azerbaycanê ji qonaxa şaştêgihîştinê derbas bûn

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi vêya ku Tehran û Bakû ji qonaxa şaştêgihîştinan derbas bûne, got: Di mehên derbasbûyî da asta ticareta navbera du welatan zêde bûye.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di press konferansa di gel Ceyhûn Bayramov, hevpêşeyê xwe yê Komara Azerbaycanê li Tehranê tevî tekeziya li ser kûrkirina danûstandinên du welatan li gorî têgihîştina baş, pêbawerî û berjewendiyên hevpar ên du welatan, got: Me li hev kir ku gelê Îranê û Komara Azerbaycanê bi awayê aşkira ji lihevkirin û hatûçûna rayedarên du welatan hesta pêşketinê bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku di gotûbêja îro di gel Bayramov da mijara yekparçetiya axa welatan ji wan Komara Azerbaycanê hat tekezkirin, got: Îranê careke din piştevaniya xwe ji pêvajoya çareserkirina aştiyane ya kêşeya Qerebaxê li gorî xalên naskirî yên mafên navneteweyî dupaat kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha tevî amajeya bi vêya ku bi zûtî civîna sêalî ya wezîrên derve yên Îran, Komara Azerbaycanê û Tirkiyê dê li Tehranê were lidarxistin, got: Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê jî biryar e ku serdana Tehranê bike.

Ceyhûn Bayramov wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê jî bi gotina vêya ku derbarê berhemanîna hevpar a erebe û traktor û erebeyan hin lihevkirin tev Îranê hatine biddestxistin, got: Damezirandin û sûdwergirtina ji bendav û hêzgeha av û elektrîkê ji projeyên girîng û sereke yên du welatan e.

 

Serepeyv