Tîrmeh 03, 2022 21:14 Asia/Tehran
  • Amarên herî dawî yên vîrusa Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li Îranê 6 kesên din ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro Yekşemê ragihand: Di 24 saetên borî de 6 nexweşên ku bi vîrusa koronayê ketibûn li vî welatî jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara miriyên ji ber Koronayê li Îranê gihêşt 141 hezar û 396 kesan.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê her wiha ragihand: Ji duh heta îro Yekşemê li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 717 nexweşên nû yên bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketî li vî welatî hatin tespîtkirin û bi vê yekê hejmara van nexweşan gihîşt 7 milyon û 239 hezar û 557 kesan.

Li gorî vê raporê, heta niha li Îranê 7 milyon û 63 hezar û 286 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanên Îranê derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 18 hezar û 231 dozên vaksîna Koronayê li vî welatî hatiye derzîkirin.

Vî wezaretê her wiha ragihand: Heta niha 64 milyon û 651 hezar û 821 kesan doza yekem, 58 milyon û 6 hezar û 67 kesan doza duyem û 27 milyon û 762 hezar û 924 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksînên ku li welêt hatine derzîkirin gihîştiye 150 milyon û 420 hezar û 812 dozan.

Serepeyv