Emîr-Ebdullahiyan: Pêşxistina peywendiyên Tehran û Qahîrê di berjewendiya her du welatan de ye
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Misir welatekî girîng li cîhana Îslamê ye û pêşxistina peywendiyên Tehran û Qahîrê di berjewendiya her du welatan de ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê, li bara nûçeyên belavbûyî li bara muzakireyên navbera aliyên Îranî, Misrî û Urdinî got: heta niha ti gotûbêjên rasterast di navbera Tehran û Qahîreyê de pêk nehatiye û di vî halî de Komara Îslamî ya Îranê pêşketina Têkiliyên Tehran û Qahîreyê ser berjiwendiya du neteweyan dizane.
Emîr-Ebdullahiyan di şirovekirina girîngtirîn destkeftên geşta xwe ya Sûriyê de jî got ku zêdetirî 2 saetan ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser mijarên cuda yên navxweyî û herêmî axivîn.
Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku yek ji girîngtirîn destkeftên serdana wî bo Sûriyê, şopandina rêkeftinên sefera vê dawiyê ya Beşar Esed bo Tehranê bû.
Emîr-Ebdullahiyan bal kişand ser vê yekê ku yek ji mijarên girîng ên gotûbêjan, îhtîmala operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê bû û di serdana çend rojên borî ya Tirkiyê de jî ev mijar hat gotûbêjkirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê eşkere kir ku Tehran riya şer red dike û hewl dide kirîza di navbera her du welatan de bi rêyên siyasî çareser bike.
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja Şemiyê ji bo gotûbêjkirina ligel berpirsên pilebilind ên Sûriyê gihîşt Şamê û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad civiya û mijarên dualî û herêmî gotûbêj kirin.