Tîrmeh 03, 2022 10:39 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Doza miletê Filistînê mijara yekem a alema Îslamê ye

Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê şeva şemiyê li hevdîtina tev serokên komên filistînî yên ser bi Sûriyê, mijara doza miletê Filistînê mijara yekem a cîhana îslamê da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr-Ebdullahiyan ku li Şamê ye, carek din li ser piştevaniya bibiryar a Komara Îslamî ya Îranê ji berxwedana gelê Filistînê heta azadkirina welatê xwe û bidestxistina dewleta yekgirtî ya Filistînê bi paytextiya Qudsa Şerîf re tekez kir. 

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewama axiftina xwe ji kiryarên hin welatên navçê ku çavê xwe ser mesela Filistînê digirin, da zanîn û got: Ew hewl didin bi nêzîkbûna xwe ji Rejîma Siyonîst pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêrin.

Emîr-Ebdullahiyan ev kiryara îxanet li îdealên bilind ên gelê mezlûm ê Filistînê li rûbirûbûna bi zulm û destdirêjiya Rejîma dagîrker a Siyonîst da zanîn.

Nûnerên grûpên berxwedanê jî di vê hevdîtinê de nêrînên xwe anîn ziman û piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji berxwedana Filistînê bilind û bi qedir nirxand.

Serepeyv