Emîr-Ebdullahiyan: Em li dijî her cûre kiryara leşkerî bi her hincetekê ne
Wezîrê karên derve yê Îranê dema derbasbûna bo Şamê got: Em nîgeraniyên welatên cînarême anku Tirkiyê tê digihêjin û bi tundî li dijî her cûre kiryara leşkerî bi her hincetekê ne.
Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê piştî derbasbûna bo balefirgeha Şamê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji hebûna li Sûriyê got: Em kiryara îro ya Rejîma Siyonîst û destdirêjiya wê li ser yekparçetiya axa Sûriyê bi tundî şermezar dikin.
Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina vêya ku gel û rêbertiya Sûriyê di berevaniya ji yekparçetiya axa welatê xwe bi hêz tevdigerin, got: Em nîgeraniyên welatê cînarê xwe anku Tirkiyê tê digihêjin; Em bi tundîê li dijî her cûre kiryara leşkerî bi her hincetekê ne û ji bo çareserkirina şaşfehmiyan navbera Sûriye û Tirkiyê bi rêya dîplomasî û gotûbêjên siyasî hewil didin.
Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê jî di kêleka merasima pêşwaziya ji Wezîrê karên derve yê Îranê da, got: Sûriyê di şopandina cidî ya dosyeya navokî li kêleka Îranê ye û pişta helwêstên wê di vî warî da digire.