Hezîran 30, 2022 22:18 Asia/Tehran
  • Reîsî: Deryaya Xezerê deryaya dostanî û hevkariya di navbera welatan de ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê piştî sefera Tirkmenistanê û vegera bo Têhranê got: Divê hemî welatên peravên deryaya Xezerê hevkariyê bikin ji ber ku deryaya Xezerê deryaya dostanî û hevkarîya welatan û miletên derdora wê ye.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, li bara destkeftên vê seferê got: Deryaya Xezerê ya netewên vê navçê ye û birêvebirina wê dê li ser bingeha birêvebirina hevpar a welatên beravên vê deryayê bibe.

Reîsî diyar kir ku divê hemû welatên peravê hevkariyê bikin û got, divê di warên aborî, çandî û jîngehparêzî, keştî, tûrîzm, masîgirtinê û di warên cuda de di navbera welatên peravên Behra Xezerê de hevkarî hebe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha îşare bi peyman û rejîma qanûnî ya deryayê kir û pêkanîna vê rejîma qanûnî li ser bingeha xêzkirina "xeteke bingehîn" nirxand û bal kişande ser vê yekê ku "xeta bingehîn" dikare derfeta îstifadeya dadperwerane ji Deryaya Xezerê ji bo welatên curbicur bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê ku di warên peravê de pirsgirêkên xwe hene, pêk bîne.

Reîsî her wiha li bara pêşniyara Îranê ya ji bo mazûvaniya 7`emîn Lûtkeya welatên beravên deryaya Xezerê û qebûlkirina vê planê ji aliyê welatên abeşdarê vê lûtkeyê û herwiha aktîvkirina Sekreteriya konvansiyona jîngehparêziyê li Îranê agahî da.

Serepeyv