Hezîran 30, 2022 16:31 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya Wezîrê Derve yê Qeterê ligel Emîr-Ebdullahiyan derbarê danûstandinên atomî de

Wezîrê karên derve yê Qeterê bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Îranê re ser muzakireyên navokî gotûbêj kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, "Mihemed Bin Ebdulrehman Al-Sanî" wezîrê karên derve yê Qeterê êvara çarşemiyê li gotûbêja bi telefonê bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê re li ser peywendiyên dualî, pêşhatên herî dawîn li navçê û rewşa dawîn a muzakireyên navokî gotûbêj kir. geşedanên têkildarî muzakereyên nukleerî û nêrînên xwe guherandin û mijarên balkêş ên her du welatan gotûbêj kirin.

Agahiyên zêdetir li ser vê pêwendiya telefonî nehatine ragihandin.

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Elî Baqirî Kenî, sibeha çarşemiyê bi Şêx Muhemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, alîkarê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê re hevdîtin pêk anî û li ser hevkariyên her du welatan û pêşhatên navçê gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de, Baqirî dostanî û biratiya di navbera her du welatan de ji bo pêşxistina peywendiyên giştalî yên Têhran û Duhayê sermayeke giranbuha da zanîn û bal kişand ser îradeya Komara Îslamî ya Îranê ji bo xurtkirina peywendiyên her du welatan.

Wezîrê karên derve yê Qeterê îşare bi serdanên welatên hevdu yên serokomarê Îranê û Mîrê Qeterê jî kir û cîbicîkirina rêkeftinên ku di van serdan de hatine îmzekirin, nîşşana îradeya cidî ya rêberên du welatan ji bo pêşxistina peywendiyan di hemû waran de da zanîn.

Serepeyv