Hezîran 29, 2022 09:34 Asia/Tehran
  • Reyîsî ji bo beşdariya di civîna şeşem a welatên dorhêla Deryaya Xezerê çû Tirkmenistanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya di civîna şeşem a welatên dorhêla Deryaya Xezerê çû Eşq Abadê.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çaarşemiyê di serê taximeke payebilind ji rayedarên siyasî û aborî yên Îranê ji bo beşdariya di şeşemîn civîna serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê çû Tirkmenistanê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê serdanê da ji bilî beşdarî û axaftina di civîna serokên welatên dorhêla Xezerê da, dê tev serokkomarên welatên beşdar jî bicive.

Civîna şeşem a welatên dorhêla Deryaya Xezerê dê roja 29ê Hezîranê li Eşq Abada paytexta Tirkmenistanê were lidarxistin.

Vekolandina şêwaza hevkariya welatan derbarê mijarên Deryaya Xezerê û amadekirina pêdiviyên beşdariya serokên welatan ji destûrkarên herî girîng ên Konseya wezîrên derve li Eşq Abadê ye ku beriya lidarxistina civîna sereke dê were lidarxistin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê beriya vê serdanê got: Deryaya Xezerê mîrata welatên dorhêla wê ye.

 

 

Serepeyv