Hezîran 28, 2022 22:36 Asia/Tehran
  • Baqirî Kenî û Mora li Duhayê civiyan

Serokê danûstandinan ê Îranê û berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê li Duhayê bi hev re rûniştin û ser mesela rakirina boykotan gotûbêj kirin.

Gera heştem a danûstandinan li Viyenê li ser rakirina sizayan, ku di 27ê Kanûna 2021ê de dest pê kiribû, li ser pêşniyara berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell, di 11ê Adara 2022an de, ket qonaxeke bêhnvedanê û gotûbêjker vegeriyan paytextên xwe ji bo şêwirên siyasî; Ji wê demê ve proseya danûstandinan bi sedema paşxistina biryara Amerîkayê ya ji bo qerebûkirina kiryarên neqanûnî yên li dijî Îranê û Rêkeftina Navokî, rawestiyaye.

Danûstandinên ji bo rakirina sizayan di navbera Îran û Amerîkayê de biryar e bi awayekî nerasterast û bi rêya kordînatorê gotûbêjan li Duhaya paytexta Qeterê birêve biçin.

Bi vê mebestê, “Elî Baqirî Kenî” berpirsê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê, roja sêşemê bo ji nû ve destpêkirina gotûbêjan, sefera Duhayê kir.

Li vê barê li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Elî Baqirî Kenî, berpirsê muzakireyan ê Komara Islamî ya Îranê û Enrique Mora, alîkarê berpirsê karên derve yê Yekîtiya Ewropayê û hevrêzkarê birêxistina muzakereyan, roja sêşemê li Duhaya Qeterê hevdîtinek pêk anîn.

Nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê Robert Malî jî şeva borî (Duşem) giheşte Duhayê û îro bi Wezîrê Derve yê Qeterê re civiya.

Serepeyv