Cibillî li Şamê bi Wezîra Çandê ya Sûriyê re hevdîtin pêk anî
Serokê Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê li dewama şêwirên xwe yên dualî li Şamê bi wezîra rewşenbîrî û çandê ya Sûriyê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Peyman Cibillî, serokê saziya radyo û televîzyona Komara Islamî ya Îranê roja sêşemiyê li Şamê digel wezîra çandê ya Sûriyê Lubanah Mşaweh li ser hevkariyên dualî yên medyayî û çandî gotûbêj kirin.
Li vê hevdîtinê de Wezîra Rewşenbîrî û çandê ya Sûriyê peywendiyên vî welatî bi Komara Îslamî ya Îranê re di asta herî bilind de ragihand.
Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê herwiha spasiya Wezîra rewşenbîrî û çandê ya Sûriyê ji bo hevdîtin û şêwirîna li gel şanda medyaya Îranê kir û got ku berçavgirtina şerê nerm mijareke girîng û pêdivî ye; Şerê ku dengê gulleyan jê nayê bihîstin.
Peyman Cibillî pêştir di civîna “Betrûs Helaq” Wezîrê Ragihandina Sûriyê de gotibû: “Berxwedêran li meydana şer dastan û hemase xuliqandin û serkeftin bi xêra welatên berxwedêr pêşve çû. Niha şerê medya û ragihandin û vegotinê bi tundî didome."
Peyman Cibillî roja yekşemê gihişte paytexta Sûriyê Şamê.