Hezîran 28, 2022 21:44 Asia/Tehran
  • Baqirî Kenî bi Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Derve ya Qeterê re hevdîtin kir

Danûstandinkarê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê bi Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Derve ya Qeterê re hevdîtin pêk anî.

Danûstandinkarê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Baqiriyê Kenî îro çû Qeterê ji bo şopandina gotûbêjên ji holêrakirina boykotên li dijî Îranê.

Li gorî gotina Seîd Xetîbzade, berdevkê berê yê Wezareta Derve ya Îranê, gotûbêj dê bi awayekî nerasterast û bi asankariya Yekîtiya Ewropayê bên kirin.

Di vê derbarê de û li gor rapora ajansa nûçeyan ya Fars News`ê, “Elî Baqirî Kenî” berpirsê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê îro bi  “Ehmed bin Hesen El-Hemedî” sekreterê giştî yê Wezareta Karên Derve ya Qeterê re hevdîtin pêk anî. 

Di hevdîtinê de her du alî li ser hevkariyên dualî yên Îran û Qeterê gotûbêj kirin.

Serepeyv