Emîr-Ebdullahiyan ji Erdogan re tekez kir ku pêwîst e Tirkiye di mijara Sûriyê de xwe ji her êrîşeke leşkerî dûr bigire
Wezîrê karên derve yê Îranê bi şirovekirina nêrîna sereke ya Komara Îslamî ya Îranê li ser pirsa Sûriyê, bal kişand ser vê yekê ku çareseriya siyasî tenê riya çareserkirina kirîza Sûriyê ye.
Şeva borî Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de pêre li ser mijarên ku di berjewendiya herdu aliyan de ne, gotûbêj kirin.
Li vê hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Îranê cardin ji Serokomarê Tirkiyê xwest ku serdana Îranê bike ji bo lidarxistina civîna Encûmena Bilind a Hevkariyên du welatan li Tehranê û herwiha beşdariya di civîna Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî de û di dewamê de li ser amadebûna Îranê ji bo pêşvebirina têkiliyên aborî û bazirganiyê yên bi Tirkiyê re tekez kir.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha rewşa dawî ya gotûbêjên li ser rakirina dorpêçên li dijî Îranê şirove kir û bal kişand ser cidiyeta Komara Îslamî ya Îranê ji bo gihîştina lihevkirineke baş, pêbawer û mayînde, eger aliyê amerîkî rastbîn bibe û xwe ji zêdegaviyê dûr bixe.
Wezîrê karên derve yê Îranê bi şirovekirina nêrîna prensîb û sereke ya Komara Îslamî ya Îranê li ser çareseriya siyasî, tenê riya çareserkirina qeyrana Sûriyê siyasî da zanîn û dûrketina ji her cure kiryara leşkerî li Sûriyê pêdiv nirxand û tekez kir ku Îranê ji bo hêsankirina gotûbêjan ji bo kêmkirina kêşeyên ewlehiyê li Sûriyê amade ye.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha li bara hin liv û tevgerên Rejîma Israîlê li navçê û li welatên derdora Komara Îslamî ya Îranê; çêkirina fitne û bêewlehiyan wek diyariya hebûna vê rejîmê li navçê eşkere kirda zanîn û cardin li ser piştevaniya Komara Îslamî ya Îranê ji doza Filistînê pêgîrî kir.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan jî li vê hevdîtinê li ser pêwîstiya pêkanîna danûstandinên bazirganî yên armanckirî di navbera her du welatan de pêgirî kir û ji ber vexwendina dubare ya wî ji bo seredana Komara Îslamî ya Îranê û sefera bo Têhranê spasî kir.
Erdogan herwiha bal kişand ser lihevkirina Îran û aliyê din ser despêkirina gotûbêjên navokî û hêviya xwe anî ziman ku ev gotûbêj dê bigihêjin encamên maqûl.
Pêşhatên Efganîstanê, rewşa Iraqê, pêvajoya Astanayê, îradeya her du welatan a têkoşîna li dijî terorê û balkişandina li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêkên herêmê mijarên din ên hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Îranê li gel Serokomarê Tirkiyê bûn.