Hezîran 28, 2022 16:29 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Encama rawestana li ber dijminan serkeftin e

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina digel serokê dezgeha dadwerî û komek ji karbidest û karmendên dezgeha dadweriya Îranê, encama rawestana li ber dijminan serketin û pêşketinê da zanîn.

Li gor zanyariyên binkeya ragihandinê ya nivîsgeha Rêbertî; Hezretê ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê de bi şirovekirina "erf û sûnetên Xwedê teala yên ku di civakan de nayên guhertin" got: Sedema serbilindî û serkeftina ecêbker û heyrîker a neteweya Îranê û Komara Îslamî ya Îranê li hemberî bûyerên mezin û tal ên sala 1981`an, berxwedan û hewldan netirsîna ji dijminan û ev suneda Xwedê teala di her demî de dikare dubare bibe û divê em bizanibin ku Xwedayê mezin sala 1401’an heman Xwedayê sala 1360’an e.

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê îşaret bi mînakên erf û qanûnên îlahî yên Qur'anê yên di derbarê netîceya arikariya dînê Xwedê teala yan jî netîceya kufran û nesipasiya nemetên Xwedê kir û got: Qurana pîroz tijî wan mijaran e ku bi edetên îlahî ve girêdayî ye û encama wan jî ev e ku ger civak li hember dijminan rawestin û xwe bispêrin alîkariyên Xwedayê mezin û li gor vê yekê erkên xwe pêk bînin, encama wê serkeftin û pêşketin e, lê ger bikevin nav neyarî û cudahiyan û xweşî û tenahiyê bişopînin û qelsî û sistiyê bigirin ber xwe, encam wê dê têkçûn bibe.

Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişande ser tamakarî û bilezketina dijmin li dilxweiya derew di hin dem û gavan de ji ber hin lawazî û kêmasiyên navxweyî û destnîşan kir: Hem di sala 1981`an û hem jî piştî wê di çar deh salên derbasbûyî de, ji dijmin re di hin rewşan de dilxweşî û hêviyeke pûç çêbûye û wer fikir kiriye ku şoreş û nîzama îslamî nîzîkî hilweşînê bûye, lê ev hêvî jê re bûye bêhêvîtî û derdê wan ew e ku ew sira vê bêhêvîtiyê fam nakin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê teqez kir: Dijmin nikare têbigihê ku li vê dinyayê ji bilî hesabên siyasî, hesabên din jî hene ku heman sunetên îlahî ne.

Serepeyv