Hezîran 28, 2022 15:22 Asia/Tehran
  • Elî Baqirî Kenî li Qeterê ye

Serokê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re ji bo beşdariya li gotûbêjên rakirina dorpêçan niha li Duhaya paytexta Qeterê ye.

Biryar e îro Sêşemê li Duhaya paytexta Qeterê danûstandinên ji bo rakirina dorpêçan bên kirin.

Li gorî gotina Seîd Xetîbzade, berdevkê berê yê Wezareta Derve ya Îranê, gotûbêj dê bi awayekî nerasterast û bi asankariya Yekîtiya Ewropayê bên kirin.

Di vê derbarê de û li gor raporta ajansa nûçeyan ya Fars News`ê, “Elî Baqirî Kenî” alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve û berpirsê muzakirê yê payebilind ê Komara Islamî ya Îranê, îro Sêşemê ji bo beşdariya li muzakireyên ji bo rakirina boykotan giheşt Duhaya paytexta Qeterê. 

Ji aliyeke din ve, Robert Malî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê ku bi vê mebestê serdana Qeterê kiribû, îro bi Wezîrê Derve yê Qeterê re civiya.

Serepeyv