Hezîran 28, 2022 10:02 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Cezayên li dijî Îranê neheq in

Wezîrê Derve yê Tirkiyê "Mevlut Çawaşoglu" roja Duşemê tekez kir, ku cezayên ku li ser Îranê hatine sepandin, neheq in.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Mevlût Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja duşemiyê li civîneke rojnamevaniyê ya hevpar digel Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku Enqere piştgirî nade mueyîdeyên li dijî Têhranê û hêvî xwest ku gotûbêjên li ser Rêkeftina Navokî bi encam bibin.

Ji aliyeke din ve, Husên Emîr-Ebdullahiyan piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoqlu li Enqerê, di civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş de ligel hevtayê xwe got: Di çarçoveya siyaseta cîrantiyê ya Komara Îslamî ya Îranê de, geşepêdan, kûrkirin û bihêzkirina peywendiyên Îran û Tirkiyê di rojeva cidî ya Tehranê de ye.

Emîr Ebdullahiyan her wiha amaje bi serdana berpirsê siyaseta derve ya YE Joseph Borrell bo Tehranê jî kir û got: Min ji Çavuşoglu re behsa serdana Borrell bo Tehranê û rêkeftina berdewamkirina danûstandinên li ser rakirina sizayan kir û ez hêvîdar im ku di gera nû ya gotûbêjên Îranê bi aliyê din re, em bi şertê reftarên realîst ên Amerîkayê û sê welatên ewropî bigihêjin lihevkirinê.

Wezîrê Derve yê Îranê ji ber pêşwaziya germ û mêhvandariya Çavuşoglu spasiya wî kir û got: Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Tirkiyê wek ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê dibîne.

Serepeyv