Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê îro serdana Duhayê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334893-cîgirê_wezîrê_derve_yê_Îranê_îro_serdana_duhayê_dike
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê duh got: Elî Baqirî Kenî alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve û berpirsê muzakirên navokî yê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê sêşemê (îro) diçe Dûhaya paytexta Qeterê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2022 04:38 Asia/Tehran
  • Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê îro serdana Duhayê dike

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê duh got: Elî Baqirî Kenî alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve û berpirsê muzakirên navokî yê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê sêşemê (îro) diçe Dûhaya paytexta Qeterê.

Çavkaniyek agahdar di Wezareta Derve ya Îranê de seredana cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê bo Duhayê piştrast kir û got: "Di çarçoveya rêkeftinên ku di serdana Joseph Borrell nûnerê bilind ê karên derve û hemahengiya YEyê bo Têhranê ji bo berdewamiya gotûbêjên li ser rakirina boykotan hatine kirin. Elî Baqirî Sêşemê diçe Duhayê.

Her wiha Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja duşemiyê li civîna çapemeniyê ya li ser muzakirên Viyenê got: "Tiştê ku em ê di hevdîtinên dahatû de bikin ne li ser qada navokî ye û di derbarê van mijarên mayî yên rakirina cezayan de ne."