Wezîrê karên derve yê Îranê: Em li dû peywendiyên hevseng di gel cîhanê ne
Wezîrê karên derve yê Îranê li civîna hevpar a çapemeniyê tev Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê tekez kir: Îran li dû peywendiyên hevseng di gel cîhanê û parastin û berfirehkirina peywendiyan tev parezemîna Ewropayê ye.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê îro di civîna hevpar a çapemeniyê tev "Joseph Borrell" Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê da got: Gotûbêjên dirêj, lê erênî derbarê hevkariya Îran û Yekîtiya Ewropayê pêk hatin.
Emîr-Ebdullahiyan got: Îran li dû peywendiyên hevsseng di gel cîhanê ye û parastin û berfirehkirina peywendiyan tev parezeimîna Ewropayê ji karên yekem û mijarên sereke yên Komara Îslamî ya Îranê ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Asta peywendiyan bi taybet danûstandinên ticarî di navbera Îran û welatên ewropî guncav nîne û em hêvîdar in ku di dewama gotûbêj û lihevkirinên îro da bi pêş keve.
Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Em hêvîdar in ku aliyê amerîkî rastbînane kiryarên bi sozdarî pêk bîne.
Wezîrê karên derve yê Îranê derbarê şerê Ukraynayê bi gotina vêya ku Îran şer wek riya çareseriyê nabîne, got: Di mijara Yemenê da jî em bawer in ku gotûbêjên yemenî-yemenî tekane riya çareseriyê ye.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Derbarê Sûriyê baweriya me ev e ku boykotên dijî Sûriyê divê bên rakirin û gelê Sûriyê bi xwe ji bo pêşeroja xwe biryar bide û Komara Îslamî ya Îranê jî pişta Sûriyê di têkoşîna dijî terorîsmê da digire.
Berpirsê Siyaseta Deerve ya Yekîtiya Ewropayê jî di vê press konferansê da got: Bidestxistina lihevkirinê derbarê mijara navokî ya Îranê ji bo cîhanê girîng e.
Borrell got: Divê em dîsan Lihevkirina Navokî bixin tevgerê, boykotên Amerîkayê li dijî Îranê divê bên rakirin û Îranê sûda aborî jê hilgire.
Berpirsê Siyaseta Deerve ya Yekîtiya Ewropayê got: Îran welatê herî mezin li navçê ye û gelek potensiyelên wê di warê enêrjiyê da hene.