Hezîran 24, 2022 23:37 Asia/Tehran
  • Berteka Xerîbabadî li hember hebûna “Mike Pence” di civîna koma Munafiqîn

Alîkarê Serokê Karûbarên Navdewletî yê Dezgeha Dadweriyê û Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Îranê li hember amadebûna Mike Pence li civîna koma têrorîst a minafiqîn bertek nîşan da.

"Mike Pence" alîkarê serokomarê berê yê Amerêkayê duh (pêncşemî) li Albaniyayê beşdarî civîna koma têrorîst a minafiqan bû û bi "Meryem Recewî" serkirdeya vê gurûpê re jî hevdîtin kir.

Sala borî jî wî di çivîneke vê koma têrorîst de axivî.

Di vê derbarê de û li gor rapora IRNA`yê, “Kazim Xerîbabadî” alîkarê karûbarê navnetewî yê Dezgeha Dadweriyê û sekreterê navenda mafê mirov a Îranê, roja îniyê di twîtekê de li berteka beşdariya Mike Pence li civînekê ya gurûpa Minafiqîn nivîsî: Eva belgeya piştevaniya rejîma Amerîkayê ji terorîzmê û kîn û nefreta wê derheq gelê Îranê ye ku 17 hezar kes ji wan ji aliyê vê girûpa bednav û xwînrêj ve hatine kuştin.

Koma têrorîst a Minafiqan berpirsê kuştina zêdetir ji 17 hezar welatiyên Îranê ji endamên meclisê, rayedarên payebilind ên dewletî û leşkerî, sivîlên bêguneh û hemwelatiyên biyanî ye.

Serepeyv