Hezîran 24, 2022 20:32 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îran dikare bibe şirîkek bi îstiqrar ji bo girêdana BRICS li bazarên mezin ên cîhanî

Serokê Komara Islamî ya Îranê li civîna welatên BRICS`ê got: Komara Îslamî ya Îranê dikare jibo girêdana BRICS`ê li bazarên mezin ên cîhanî, hevkareke bi îstîqrar bibe.

BRICS aboriyên cîhanî yên nû yên Çîn, Rûsya, Hindistan, Brezîlya û Afrîqaya Başûr di nav xwe de dihewîne û ramana damezrandina wê vedigere sala 2000.

Li gor Îran Pressê, Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro Înê li vîdeo-konferansa welatên BRICS ku ji aliyê Çînê ve tê lidarxistin got: Pêvajoya nakok li cîhanê, yekalîbûn, tercîhên neteweperestî û kêşeyên wekî boykot û cezayên aborî yên bi darê zorê, girîngiya damezrandin û bihêzkirina saziyên nû li kêleka Neteweyên Yekbûyî pêwîst dike, di heman demê de rêzgirtina ji serwerî û berjewendiyên neteweyî yên neteweyên cîhanê vê fikrê ji me re çê dike ku avakirina saziyeke wiha pêdivî ye da ku ji bo pêkanîna "Civaka mirovî bi pêşerojeke hevpar" gavan bavîje.

Reîsî anî ziman ku cîhana niha ya bi hev ve girêdayî rûbirûyê kêşeyên nû û cihêreng ên ku bandorê li pêşkeftina hevaltî û aştiya cîhanî dike, bûye û di dewamê de got: Em şahidê tecrubeyên kolektîf û îradeyên ji bo derbaskirina pirsgirêkan in ku pêwîst dike di vê çarçoweya gerdûnî de ji bo rola bi bandor a saziyên piralî yên serbixwe di gihandina pêşkeftina homojen û aştiya cîhanî de em gavên bilind û bihêz bavêjin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: BRICS wekî saziyek pêşeng ku ji aboriyên mezin ên nûjen pêk tê, bi pêşkêşkirina model û destpêşxeriyên guncaw kariye pêvajoyên nû li cîhanê pêk bîne û  endamên BRICSê bi aboriyên temamker û cihêrengiya çandî, dikarin hewcedariyên hevûdu bicîh bînin û ezmûnên xwe yên pêşkeftina neteweyî û xwecihî parve bikin da ku bextewarî û aştiya cîhanî zêde bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê teqez kir: Komara Islamî ya Îranê baweriya kûr bi dadmendîya cîhanî heye, lê geşepêdana bê dadwerîyê bûye sedema belavbûna qeyranên cîhanî yên wek qeyrana manewîyat û exlaqê, firehkirina valahiya navbera dewlemend û feqîr û hewl dide ku cihêrengiya çandî ya dewlemend a li cîhanê marjînal bike. 

Reîsî bal kişand ser vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê amade ye ji hşiyanên xwe yên ji rezervên taybet ên enerjiyê yên cîhanê, tor û şebekeyên veguhestinê yên kurt û erzan û tranzît, dewlemendiya awarte ya hêzên mirovî yên rahênandî û her weha destkeftên zanistî yên girîng ji bo serêxwegirtina armancên BRICS'ê parve bike û ev pozîsyona yekta ya erdnîgariya siyasî û aborî dikare Îranê bike şirîkek bi îstîqrar û pêbawer ji bo girêdana BRICS li navendên enerjiyê û bazarên mezin ên cîhanî.

Serepeyv