Hezîran 24, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Civîna BRICS ji bo aştiya cîhanê pêngavek bi hêvîdarî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê civîna BRICS`ê wek tevgera hêvdarsaz ber bi geşepêdan û aştiya cîhanî bi nav kir.

BRICS aboriyên cîhanî yên nû yên Çîn, Rûsya, Hindistan, Brezîlya û Afrîqaya Başûr di nav xwe de dihewîne û ramana damezrandina wê vedigere sala 2000.

Ji herêma Rojavayê Asyayê tenê Îran ji bo vê civînê hatiye vexwendin.

Biryar e îro Înê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, li rûniştina BRICS û hejmarek ji welatên ku bi navê BRICS Plus tên naskirin, beşdar bibe û gotarekê pêşkêş bike.

Di vê derbarê de û li gor rapora ajansa nûçeyan ya Fars News`ê, “Husên Emîr-Ebdullahiyan” wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, îro Înê, di twîtekê de li ser amadebûn û axaftina serokê Komara Islamî ya Îranê di civîna virtual ya BRICS Plus de nivîsî: Bi potansiyela xwe ya mezin û vîzyona nûjen, BRICS mizgîniya tevgerek bi bandor e li ser pêşkeftin û aştiya cîhanê.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Em di çarçoveya dîplomasiya dînamîk de her derfetê ji bo pêşdebirina armancên neteweyî bikar tînin.

Wang Yî wezîrê derve yê Çînê duh (pêncşem) di pêwendiyeke telefonî de li gel Husên Emîr-Ebdullahiyan pêşwaziya amadebûna Reîsî li rûniştina BRICS kir û hêvî xwest ku rêya dîplomasî û diyalogê bibe sedema lihevkirina li danûstandinên Viyenê.

Serepeyv