Hezîran 24, 2022 12:35 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li hevpeyvîna telefonî bi wezîrê derve yê Umanê re: Biryara derbarê pêşaroja herêmê bi gelê herêmê re ye

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê êvara pêncşemê li gotûbêja telefonî bi Bedir Bin Hemed El-Bûseîdî wezîrê karên derve yê Umanê re destnîşan kir ku Îranê li ser gotûbêj û hevkariyên navçeyî tekez dike û got: Divê gelên herêmê li ser siberoja herêmê biryarê bide.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li vê peywendiya telefonî de her wiha bal kişande ser hewlên Têhran û Mesqetê ji bo pêşvebirin û kûrkirina peywendiyên her du welatan û li ser pêwîstiya şopandin û cîbicîkirina berûlayên curbicur û lihevhatinên ku di serdana vê dawiyê ya serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Umanê de pêk hatine pêgirî kir.

Emîr-Ebdullahiyan di berdewamiya axaftinên xwe de rola Umanê li pêşhatên navçê girîng nirxand û pesna hewlên vî welatî ji bo pêkanîna aştî, aramî û hevkariyê li navçê bi taybet hewldanên Mesqetê li ser mijara Yemenê da û sipasiya vî welatî kir.

Wezîrê karên derve yê Umanê di vê pêwendiya telefonî de, nêzîkatiya dewleta nû ya Komara Îslamî ya Îranê li warê pêşxistina peywendiyan bi welatên navçê re girîng nirxand û destnîşan kir: Uman li ser şopandina lihevhatinên ku di serdana vê dawiyê de ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Umanê, cidî ye.

Her li vê hevdîtinê de her du aliyan rewşa dawî ya gotûbêjan ya derbarê rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî yên li ser Îranê jî nirxandin û gotûbêj li ser kirin.

Gotûbêjên Viyenê bi destpêşxeriyên desteya muzakereyên Îranê hin pêşdeçûn dîtin, lê sistiya aliyên rojavayî, bi taybetî rêveberiya Biden, ji bo qerebûkirina kiryarên neqanûnî yên rêveberiya berê ya Amerîkayê û berdewamiya kampaniyaya zexta herî zêde, dibe sedema şik û gumanên zav derbarê cidîbûna vî welatî ji bo vegera ser Rêkeftina Navokî û dirêjbûna gotûbêjan.

Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî wezîfenas bi caran ragehandiye ji ber ku Amerîka aliyê binpêkirina Rêkeftina Navokî ye, eva Waşîngton e ku divê bi rakirina sizayan vegere rêkeftinê û pêbendbûna xwe derbarê vê rêkeftinê zelal serast bike.

Serepeyv