Hezîran 21, 2022 22:19 Asia/Tehran
  • Îran êrîşa terorîstî ya li Maliyê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşa terorîstî ya li Maliyê şermezar kir û hevxemiya xwe ji hikûmet, gel û kesên qurbaniyan re diyar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Seîd Xetîbzade" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, îro sêşemê, dilgiraniya xwe û xemginiya xwe ya kûr ji ber kuştina hejmarek mezin ji xelkê sivîl yên Maliyê di encama êrişa terorîstî ya El-Qaîdê de li bajarê Dilasago nîşan da. 

Xetîbzade ev êrîşa terorîstî bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ji hikûmet, gel û kesên qurbaniyan re diyar kir.

Li navenda Maliyê di êrişan de ku tê gotin ji aliyê El Qaîdeyê ve hatine kirin, zêdeyî 130 sivîl hatin qetilkirin.

Serepeyv