Hezîran 18, 2022 16:54 Asia/Tehran
  • Balefireke leşkerî ya artêşa Îranê li Îsfehanê ket xwarê

Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li herêma Îsfehanê ji Ketina balafireke şer a hêza hewayî ya artêşa Îranê xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Resûl Mutemidî” berpirsê peywendiyên giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê li herêma Îsfehanê amaje bi ketina balafireke şerker ya Îranê li Îsfehanê kir û got: Saet 10:30ê sibeha îro (şemî) balafira şer di dema ku erkê xwe cih tanî de rastî kêmasiyeke teknîkî di motora xwe de hat û pîlot û hevpîlot bi paraşûtê xwe rizgar kirin.

Li gorî Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, pîlot û hevpîlotê wê balafirê dema daketina bi paraşûtê birîndar bûn û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxanê.

Serepeyv