Medala zîv a “Ehmed Kohenî” li Şampiyoniya jîmnastîka Asyayê
Hezîran 18, 2022 11:16 Asia/Tehran
Endamê tîma neteweyî ya jîmnastîka Îranê medala zîv a pêşbirkên qaremaniya Asyayê bi dest xist û di kategoriya sê cîhaz de li ser pileya duyem sekinî .
Li gorî rapora IRNA`yê, Ehmed Kohenî bi 14.433 pûanan medala zîv bi dest xist û li ser pileya duyem sekinî, lê Seîd Riza Keyxa nekarî baştir ji pileya heftemîn bi dest bixe.
Medala zîv a Kohenî sêyemîn medala jîmnastîka Îranê li parzemîna kevnar a Asyayê ye.
Beriya wî Seîd Riza Keyxa û Mehdî Ehmed Kohenî bi xwe du medalên zîv ên din bi dest xistibûn.
Pêşbirkên jimnastîkê yên di kategoriya sê cîhaz de anku di hûp, vault û tevgerên bejayî de hatin lidarxistin.
Ehmed Kohenî herwiha di pêşbirka şeş cîhaz de bû duwazdehemîn û di vê beşê de gihîşt kotaya cîhanê.