Emîr-Ebdullahiyan: Nabe ku aramiya navçeyê bikeve bin bandora biyaniyan
Hezîran 17, 2022 23:59 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Nabe ku aramiya navçeyê bikeve bin bandora biyaniyan.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Înê di gotûbêja telefonî tev Bedr Ebûseîdî wezîrê derve yê Omanê tevî amajeya bi serdana tê ya Joe Bidenê serokkomarê Amerîkayê bo navçeyê got: Nabe ku rayedarên navçeyê rê bidin ku biyanî hevkarî û aramiya navçeyê bixin bin bandorê.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Em li ser gotûbêj û hevkariya navçeyî tekez dikin û bawer in ku niştecihên navçeyê divê derbarê pêşeroja navçeyê biryar bidin.
Wezîrê karên derve yê Îranê rola Omanê di alûgorên navçeyî da girîng nirxand û pesna hewildanên vî welatî ji bo pêkhatina aştî û aramî û hevkariyê li navçeyê da,.