Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 4 nexwên koronayê li welat can dan.
Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Çarşemê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 179 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin.
Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 234 hezar û 221 kesan.
Her wiha di nava 24 saetên borî de li Îranê 4 kesên din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber Koronayê jî gihêşt 141 hezar û 357 kesan.
Li Îranê heta niha 7 milyon û 59 hezar û 738 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.
Nêzîkî mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şeva borî 20 hezar û 293 dozên vaksîna Koronayê li Îranê hatine lêdan.
Wezareta Tenduristiyê ragihand: heta niha 64 milyon û 594 hezar û 413 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê, 57 milyon û 930 hezar û 351 kesan doza duyem û 27 milyon û 648 hezar û 453 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine. Li Îranê lêdana vaksîna Koronayê derket 150 milyon û 173 hezar û 217 dozan.