Pêgiriya Reîsî li ser pêşvebirina hevkariyên berfireh bi Pakistanê re
Serokomarê Îranê bi gotina vê yekê ku em amadene hevkariyên berfireh bi Pakistanê re zêde bikin, pêgirî kir: Komara Îslamî ya Îranê şiyana pêwîst ji bo dabînkirina hewcehiyên Pakistanê li warên curbicur ji wan petrol, gaz û elektrîkê heye.
Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî berêvara Sêşemê li hevdîtina Wezîrê Derve yê Pakistanê Bilawel Bhutto Zerdarî, bal kişande ser peywendiyên kûr ên di navbera her du miletan de ku bingeha wan ji dil û bawerîya sedsalan ên wan çavkanî digire, gelên Îran û Pakistanê ne tenê cîran in, belkî ew xizmên hev in jî û di dewamê de got: Piraniya ziyaretkirên biyanî yên mezargeha Îmam Riza (S) Pakistanî ne û hezkirina wan ji Ehlî Beytê (S) navdar e û ev yek ji sedemên nêzîkbûna her du neteweyan e.
Reîsî ewlehiya Pakistanê wek ewlehiya Îranê nirxand û got: Hin kes ji têkiliyên baş ên du welatên misilman, cîran, dost û bira hez nakin, lê xurtkirina peywendiyan dê bibe sedema geşbûna aborî û ewlehiya zêdetir ji bo miletên herêmê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku em ti astengiyan ji bo berfirekirina pêwendî û hevkariyan bi Îslamabadê re li ber xwe nabîn û got: Em amade ne ku hevkariyên berfireh bi Pakistanê re pêş bixin û Komara Îslamî ya Îranê şiyana pêwîst ji bo dabînkirina hewcehiyên Pakistanê li warên curbicur ji wan petrol, gaz û elektrîkê heye.
Wezîrê Derve yê Pakistanê Bilawel Bhutto Zerdarî jî ji ber serdana Îranê kêfxweşiya xwe nîşan da û got: Bi qasî ku ez zarokê Pakistanê me, ez xwe zarokê Îranê jî dizanim.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê spasiya hinartina elektirîkê ya Îranê bo Pakistanê kir û got: "Em bi temamî amade ne ku gotûbêjên berê di warên ewlehî, bazirganî û enerjiyê de temam bikin û bigihînin encamê."
Zerdarî her wiha bal kişand ser kûrahiya hogirî û evîna pakistaniyan ji Îmam Riza (S) re û plansaziya welatê xwe ji bo hêsankirina sefera ziyaretkiran bo Meşhedê eşkera kir.
Wezîrê Derve yê Pakistanê li ser vexwandina Wezîrê Derve yê Îranê bo serdaneke 2 rojî serdana Tehranê kir.