Emîr Ebdullahiyan: Komara Îslamî ya Îranê ji mantiqa dîplomasî û muzakereyê dernakeve
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê ji mantiqa dîplomasî û muzakereyê ji bo bidestxistina lihevkirineke baş, bihêz û mayînde dernakeve.
Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja Sêşemiyê piştî hevdîtina tev Bilawel Bhutto Zerdarî wezîrê karên derve yê Pakistanê di konfiranseke rojnamevanî ya hevpar de, bal kişand ser biryara vê dawiyê ya Konseya Rêvebirên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) li dijî Îranê û got: Dîplomasî baştirîn rê ye ji bo gihîştina xala dawiyê ya peymana lihevkirinê.
Emîr-Ebdullahiyan diyar kir: "Tevî berdewamiya peyamên di navbera aliyên danûstandinkar de, Encûmena Reveberên IAEA bi piştevaniya Amerîkayê ji bo anîna zorê ser Îranê û bidestxistina avantaj û poanan di gotûbêjên navokî de, bi awayekî nerasterast biryarek li dijî Îranê derxist, ku wekî gotina aliyê Amerîk bê wate ye."
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Komara Islamî ya Îranê piştî derxistina biryara Civata Rêvebiran, çalakiyên xwe yên navokî zêde kir, ku berî derketina biryarnamê ji Ajansê re hatibûn ragihandin.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha bi diyarkirina dilxweşiya xwe ji serdana wezîrê karên derve yê Pakistanê bo Têhranê got: Têkiliyên kûr û berfire yên du welatên mezin ên cîhana îslamê di heyama 75 salên derbasbûyî de, tijî kêliyên hêvêçêkir bûne.
Emîr Ebdullahiyan her wiha got: Di hevpeyvînekê de ligel Bhutto Zerdarî, peywendiyên dualî di warên curbicur ên hevkariyê de ji navçeyên sînorî, termînalan û pêşxistina bazirganiya xwecihî û hevkariyên parêzgehan heta wergirtina nêzîkatiyên hevpar û helwestên siyasî di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin. "
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Di du waran de hinardekirina gazê ji Îranê bo Pakistanê û zêdekirina hinartina elektirîkê ya Îranê bo wî welatî yan jî danûstendina hevguheztin elektrîkê bo Pakistanê hat gotûbêjkirin.
Her wiha pêşhatên dawî yên li Efxanistan, Ukrayna, Yemen û Filistînê ji aliyê wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê ve hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Pakistanê Bilawel Bhutto Zerdarî li ser vexwandina Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir-Ebdullahiyan bo serdaneke 2 rojî îro gihîşt Tehranê.