Peywendiya telefonî ya Wezîrê Derve yê Îranê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê
Wezîrên karên derve yê Îranê û Tirkiyê li bara pêşhatên herî dawî li peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro Sêşemê pêwendiya telefonî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu re pêk anî û di vê hevpeyvînê de pêgîrî li ser berdewamiya şêwirên di navbera her du welatan de kir û li ser bihêzkirina hevkariyên dualî bi taybetî di mijaran ticarî û konsolesî de tekez kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu jî ji ber mirina komek ji welatiyên Îranê yên di encama hilweşîna avahiyek li Abadan û trena rêwiyan a Meşhed-Yezdê de sersaxî xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha wezîrê karên derve yê Îranê vexwand ku di demek nêzîk de serdana Enqerê bike û li ser mijarên balkêş gotûbêj bikin.