Hezîran 14, 2022 19:40 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de nexwekî koronayê li welat can da.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Sêşemiyê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 162 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 234 hezar û 42 kesan.

Her wiha di nava 24 saetên borî de li Îranê kesekî din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Koronayê jî gihêşt 141 hezar û 353 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 59 hezar û 527 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Nêzîkî mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şeva borî 18 hezar û 899 dozên vaksîna Koronayê li Îranê hatine lêdan.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: heta niha 64 milyon û 589 hezar û 798 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê, 57 milyon û 923 hezar û 898 kesan doza duyem û 27 milyon û 639 hezar û 228 kesan jî doza sêyem a derziya Koronayê wergirtine. Li Îranê derzîlêdan vaksîna Koronayê derket 150 milyon û 152 hezar û 924 dozan.

Serepeyv